Sûriye li Dîlokê konsulxaneyê vedike

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî ragihand ku ew ji bo vekirina konsulxaneya li Dîlokê dixebitin.

13 Sibat 2026 - 10:41
13 Sibat 2026 - 10:41
 0
Sûriye li Dîlokê konsulxaneyê vedike

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku sala 2026an dê bibe "sala nûnertiyên nû yên Sûriyeyê yên li derve û sala avakirina saziyan a li seranserê cîhanê."

Reformên di warê dîplomasiyê de

Şeybanî anî zimên ku Wezareta Karên Derve planeke berfireh pejirandiye da ku reformên îdarî û peydakirina kadroyên pispor esas digire.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê eşkere kir ku di vê çarçoveyê de ji bo vekirina konsulxaneyên li Dîlokê û bajarê Ciddeyê yê Erebistana Siûdî xebat didomin.

Eshed Şeybanî her wiha bal kişand ser rûmeta welatiyên Sûriyeyî yên li derveyî welat dijîn û destnîşan kir ku xizmeta ji bo wan welatiyan tê pêşkêşkirin "parçeyeke serweriya niştimanî ye ku ji welêt naqete."

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:42:28