Sûriye Tirkiyê tehdît kir

Sûriye ragihand û got: “Eger Tirkiye bi balafiran êrîş bike, em amade ne ku balafirên wan bixînin.”

18 Çile 2018 - 11:18
18 Çile 2018 - 11:18
 0
Sûriye Tirkiyê tehdît kir

Cîgirê wezîrê karê derve ye Sûriyê Miqdad ragihand ku balafirên Tirkiyê dest bi êrîşên hewayî bikin, sîstema parastina hewayî ya Sûriyê amade ye ku balafiran bixîne.”

Axaftina Miqdad ji aliyê televizyona Sûriyê de hat ragihandin. Miqdad weha dewam kir: “Eger ji Tirkiyê bo ser Efrînê operasyoneka leşkerî çêbibe, dê ev weke bûyereka êrîşa leşkerî bo ser Sûriyê bê qebûlkirin.”

Tirkiye niha li ser îzna êrîşên hewayî dixebite da ji Rûsyayê îznê bistîne lê Sûriye qebûl nake. Niha heyeta Tirkiyê li Rûsyayê div ê mijarê de hevdîtinan dike.

Ev nûçe bi tevahî 2122 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:34:13