Talana Efrînê berdewam e

Hat ragihandin ku çekdarên Hêza Sûriyeya Azad (ASA) li bajarokê Şera yê Efrînê careke din bi xapamdin malên kurdan talan kirin.

16 Avrêl 2018 - 02:51
16 Avrêl 2018 - 02:51
 0
Talana Efrînê berdewam e

Li gor çavkaniyekî ji nav bajarokê Şerayê ku eşker kir ku îro çekdarên ASAYê tevahiya xelkê gund ji malên wan derxistin û li meydana gund ew komkirine. Li gorî çavkanî, çekdaran ew bi hinceta lêgerîna li endam û alîgirên PYDê ji saet 10.00ê sibehê heta 13:00 pişt nîvro rawestandine.

Çavkanî di axaftina xwe de ragihand ku piştî gundî vegeriyan malên xwe dîtin ku çekdaran û malbatên ereb ên ku li gund hatine niştecîkirin, tevahiya tiştên nav malên wan de, wekî cerên xazê, televizyon û tiştên din ên navmalê talan kirine.

Li gor amareyên dawî li navenda Şerayê 250 malbatên kurd dijiyan û niha 102 malbat vegeriyane malên xwe. Herwiha 45 malbatên ereb jî li gund hatine niştecîkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1423 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:28:49