Tirkiyê Kobanî topbaran kir: Birîndar hene

Artêşa Tirkiyê meydana Newroz a Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kir. Di topbarana Tirkiyê de du welatî birîndar bûn.

6 Tîrmeh 2023 - 02:41
6 Tîrmeh 2023 - 02:41
 0
Tirkiyê Kobanî topbaran kir: Birîndar hene

Topxaneyên Artêşa Tirkiyê îro Çarşemê 5ê Temûza 2023an qada Newrozê û derdora wê ya li başûrrojhilatê Kobaniyê bi dijwarî topbaran kirin.

Hat ragihandin ku di encama topbaranê de 2 karmendên tenduristiyê birîndar bûne.

Li gorî medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, 2 karmendên tenduristiyê yên bi navê Sozdar Mistefa Osman (30) û Muslim Nebî Oso (25) ku di encama bombebaranê de birîndar bibûn li Nexweşxaneya Kobaniyê têne dermankirin.

Hate diyarkirin ku topbaran berdewam dike û topek li kargeheke boyaxê ketiye, ziyana madî çêbûye.

Ev nûçe bi tevahî 685 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:17:05