Tirkiye:Ji bo kontrolkirina rojhilatê Firatê karên me berdewam in
Serokomariya Tirkiyê dibêje, ji bo kontrolkirina Rojhilatê Firatê karên wan ên serbazî bênavber berdewam dikin.

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin, di hevpeyvînek taybet de da xuyakirin, êriş û çalakiyên YPGê li Efrîn, Til Rifet û Rojhilatê Firatê berdewam dikin û li hember wan jî, serbazên wan di nav liv û tevgerê de ne.
Da zanîn, bi armanca kontrolkirina Rojhilatê Firatê, serbazên wan li wê derê karên girîng dikin û ew kar bênavber bi heman şêwazê dê berdewam bikin.
Kalin got, çareseriya bingehîn a pirsa Sûriyê, di çarçoveya biryara Netewên Yekgirtî de, bi damezrandina hikûmeta demkî û encamdan a hilbijartinan dibe.
Nûvekirina herî dawî: 03:44:22