Tirkiyeyê Instagram blok kir!

Saziya Teknolojiyên Agahiyan (BTK) ragihand ku wan bikaranîna Instagramê asteng kiriye.

2 Tebax 2024 - 07:13
2 Tebax 2024 - 07:13
 0
Tirkiyeyê Instagram blok kir!

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji vê sibehê ve Instagram venabe.

BTKyê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku wan bikaranîna Instagramê asteng kiriye.

Li gorî daxuyaniyê biryara blokkirina Instagramê li gorî biryara bi hejmara 490.05.01.2024.-608983yan a Saziya Pêwendî û Teknolojiyên Agahiyan hatiye standin.

Li hêla din, li ser sedema vê biryarê ti daxuyaniya fermî nehat dayîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 648 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:46:34