Topbaranên Tirkiyê : 20 welatiyên Efrînê bûne qurbanî

Di topbarana artêşa Tirkiyê ya li ser gundên Efrînê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 15 jî birîndarbûn.

12 Tîrmeh 2017 - 08:08
12 Tîrmeh 2017 - 08:08
 0
Topbaranên Tirkiyê :  20 welatiyên Efrînê bûne qurbanî

Li gor çavkaniyên herêmî, di encama topbarana Artêşa Tirkiyê ya li ser herêma Efrîn û Şehbayê de 5 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û 15 welatiyên sivîl jî birîndar bûn.

Hate gotin, ku rewşa hindek ji birîndaran metirsîdare. Gelek ziyanên madî jî gihiştin hemwelatiyan.

Artêşa Tirkiyeyê ji 6ê Tîrmehê ve bi aweyekî tund dest bi topabarana Efrînê kiriye û gefên derbasbûna herêmê dixwe.

Efrîn daxwaza helwestekê li civaka navdewletî dike

Ji aliyê din ve, Rêveberiya Efrînê daxwaz ji civaka navdewletî dike, ku li hemberî êrîşên Artêşa Tirkiyê yên li ser deverên Efrînê, bêdeng nemîne.

Di daxuyaniyeke nivîskî de, Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Efrînê, ragihand ku di encama êrîşên hêzên Tirkiyê û hêzên girêdayî wê de, li devera Şehba û gundên derdora Efrînê, bi taybetî navçeyên li ser sînorê Tirkiyê, hejmareke welatiyên sivîl hatine kuştin.

Rêveberiya Efrînê, ji civak û hêzên navdewletî dixwaze, ku helwesta xwe nîşan bidin û li hemberî van êrîşan, bêdeng nemînin.

Ev nûçe bi tevahî 1670 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:06:37