Trump gef li Hemasê xwar: Ji bilî kuştina wan vebijêrkeke me namîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Hemasê xwar û got, "Eger Hemas li Xezeyê kuştina mirovan bidomîne em dê herin wan bikujin."

17 Cotmeh 2025 - 10:08
17 Cotmeh 2025 - 10:08
 0
Trump gef li Hemasê xwar: Ji bilî kuştina wan vebijêrkeke me namîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê derbarê kuştinên li Xezeyê yên ji aliyê Hemasê ve daxuyanî da.

Trump got, "Eger Hemas li Xezeyê kuştina mirovan bidomîne ku ev yek di rêkeftinê de nîne, ji bilî ku em herin wan bikujin ti vebijêrkeke me namîne. Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê!"

Ev daxuyaniya Trump wekî bersivekê ji bo raporên ku dibêjin Hemas piştî agirbestê jî hinek çalakiyên xwe didomîne, tê dîtin.

Serokê Amerîkayê berê jî diyar kiribû ku divê Hemas çekan deyne û gotibû ku eger ev yek nebe ew dê bi xwe Hemasê bêçek bikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 26 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:49:32