Trump: Me bi Venezuelayê re peymana herî mezin a petrolê ya dîrokê îmze kir
Serokê Amerîkayê ragihand ku birêvebiriya wî li gel Venezuelayê gihîştiye peymaneke petrolê ya "gelekî mezin".

Li gorî vê peymanê, Amerîka dê kontrola piraniya 65 milyar bermîl yedeka petrolê ya piştrastkirî ya Venezuelayê bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di parvekirineke li ser platforma Truth Socialê de ev gav wekî "peymana herî mezin a petrolê ya di dîrokê de" bi nav kir.
Rayedarên Amerîka û Venezuelayê eşkere kir ku ev peyman dê nêzîkî 100 milyar dolarî veberhênana sektora taybet ji bo Venezuelayê bikişîne û zêdetirî 209 milyar dolarî dahata bacê ji bo wî welatî dabîn bike.
Venezuela xwediyê yedeka herî mezin a petrolê ya cîhanê ye.
Piştî ku Amerîkayê meha Kanûna Paşîn a borî Serokê wî welatî Nicolas Maduro ji desthilatê daxist û ew girt, hikûmeta nû ya Venezuelayê di bin çavdêriyeke tund a Washingtonê de ye.
Seroka demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguezê peyman piştrast kir û ew wekî "werçerxaneke dîrokî" ya ji bo vejîna welatê xwe bi nav kir.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku ev peyman nîşana serkeftina siyaseta "Berê Amerîka" ya Trump e.
Armanca peymanê dabînkirina petrola erzan û daxistina bihayê sotemeniyê ya li nav Amerîkayê ye.
Stratejiya Amerîkayê û şerê li Îranê
Ev peyman di demekê de tê ku yedeka stratejîk a petrolê ya Amerîkayê di asta herî nizm a 40 salên dawî de ye.
Trumpê ku ji ber şerê li Îranê û bihabûna benzînê bi kêmbûna piştgiriya gel re rû bi rû maye, dixwaze berî hilbijartinên meha Çiriya Paşîn a Kongreyê bi vê peymanê baweriya dengdêran bi dest bixe.
Li gorî raporan, ev peyman dê yedeka petrolê ya Amerîkayê zêdetirî du qatan bilind bike.
Pisporên enerjiyê dibêjin ev peyman "ne asayî" ye. Hîn ne zelal e ka dê xwedîtiya vê mîqdara zêde ya petrolê çawa ji Venezuelayê derbasî dewleteke din (Amerîka) bibe û ne ji bo şirketeke taybet be.
Lêkolerê Zanîngeha Texasê George Pinon dipirse bê ka ev firotin e yan tenê veguhastina mafê hilberînê ye?
Şirketên Amerîkayê ji ber wêranbûna binesaziya Venezuelayê û dîroka destdanîna ser sermayeyên biyanî, bi guman li veberhênanê dinêrin.
Lê pisporê enerjiyê John Kilduff pê bawer e ku Amerîka dixwaze "herêmeke parastî" ava bike da ku şirketên wekî Chevron karibin bêyî metirsiyên siyasî karên xwe bikin.
Nûvekirina herî dawî: 10:41:22










































































































































































