Trump rexne li şêwazê êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê girt
Serokê Amerîkayê Donald Trump rexne li şêwazê operasyonên serbazî yên Îsraîlê yên li dijî çekdarên Hizbullahê li Libnanê girt û ragihand: "Ji bo jinavbirina çekdaran, ne pêdivî ye ku hemû avahiyên niştecihbûnê bên bombebarankirin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li perawêza lûtkeya Koma G7 ku li Fransayê birêve diçe, derbarê êrîşên li ser Beyrûtê de got: "Gelek kes tên kuştin. Hûn ne neçar in ku her car dema li kesekî digerin, avahiyeke niştecihbûnê wêran bikin. Di nav wan avahiyan de gelek kes hene û hemû ne Hizbullah in."
Peywendiyên di navbera Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû de ber bi sarbûnê ve diçin. Tê gotin ku sedema sereke ya vê rageşiyê ew e ku Trump bawer dike êrîşên Îsraîlê yên li ser Beyrûtê, hewildanên wî yên ji bo pêkanîna peymaneke aştiyê bi Îranê re dixe metirsiyê.
Trump di daxuyaniya xwe de bi bîra Netanyahu anî ku Amerîkayê çiqas piştgiriya wan kiriye û got: "Bêyî me û bêyî min, Îsraîl nedibû; ji ber ku ti serokekî din amade nebû wan karên ku min ji bo Îsraîlê kirin, bike."
Her çend Trump rexne girtin jî, Koşka Spî bi belavkirina dîmenên axaftina wî re tekez kir ku Trump "dostê herî mezin ê Îsraîlê ye" û artêşa Îsraîlê wekî "hevparekî bêhempa" binav kir. Rayedarekî Koşka Spî diyar kir ku pêngavên Amerîka û Îsraîlê yên hevbeş, cîhan ji gefa çekê atomî ya Îranê parastiye û ewlehî dabîn kiriye.
Ev rexneyên Trump di demekê de ne ku Îsraîl di asta navdewletî de bi giranî tê rexnekirin, bi taybetî ji ber êrîşên li ser kerta Xezzeyê 73 hezar kesan canê xwe ji dest dane.
Ji aliyê din ve, Îsraîl her dem tekez dike ku ew tenê çekdaran dikin armanc û Hamas û Hizbullahê bi wê yekê tawanbar dike ku sivîlan wekî "mertalên mirovî" bi kar tînin.
Nûvekirina herî dawî: 15:43:29






































































































































































