TUIK: Bajarê herî ne bextewer Diyarbekir e!

Li gor lêkolînên Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK)ê bajarên wek Diyarbekir, Dêrsim û Riha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bajarên herî nebextewer û xelkê wan jî ji jiyana xwe ne razî ne.

5 Îlon 2022 - 04:45
5 Îlon 2022 - 04:45
 0
TUIK: Bajarê herî ne bextewer Diyarbekir e!

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), duh 4ê Îlonê encamên lêkolînên “Dilxweşiya Jiyanê” eşkere kirin. Li gor encamên lêkolînê, piraniya xelkê bajarên Bakurê Kurdistanê ne bextewar û ne dilxweş in.

Li gor encaman, asta kesên nedilxweş li Diyarbekirê sedî 24.75 e û di asta Bakurê Kurdistan û Tirkiye de bajarê herî ne dilxweş e.

Bi rêjeya sedî 24, 2 Dêrsim duyemîn, bi rêjeya 21 jî Riha sêyemîn bajarên nebextewer derketin.

Bajarên Îsparta, Bolû û Bîlecîk yên rojavayê Tirkiyeyê, wek dilxweştirîn sê bajarên Tirkiyeyê hatin dîtin.

Ev nûçe bi tevahî 447 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:13:01