Urmıye: Hêzên Îranê dest danî ser gelek çekan

Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlehiyê dest danî ser hinek çekên nîvotomatîk.

6 Mijdar 2025 - 10:56
6 Mijdar 2025 - 10:56
 0
Urmıye: Hêzên Îranê dest danî ser gelek çekan

Serokê Desthilata Dadweriyê ya Urmiyeyê Nasir Etebatî ragihand ku wan li Deriyê Sînorî yê Bazirganê yê Makûyê dest daniye ser 100  çekên nîvotomatîk.

Nasir Etebatî got, "Kompanyayeke Îranî ew çek ji Tirkiyeyê anîne û dixwest wan veguhêze Tehranê."

Nasir Etebatî her wiha da zanîn ku wan dosyeyeke lêpirsînê vekiriye lê behsa girtina ti kesî nekir.

Etebatî her wiha got ku ew çek wekî "çekên şoreşê" tên naskirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 195 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:04:52