Usama Nucêfî daxwaza diyalogê ji Hewlêr û Bexdayê kir

Careke din cîgirê serokê Iraqê Usama Nucêfî daxwaza destpêkirina gotûbêjan di navbewra Hewlêr û Bexdayê de kir.

11 Cotmeh 2017 - 05:31
11 Cotmeh 2017 - 05:31
 0
Usama Nucêfî daxwaza diyalogê ji Hewlêr û Bexdayê kir

Usama Nucêfî di dema pêşwazîkirina balyozê Îtalya li Iraqê Marko Karnîlos ragihand: “Pirsa referanduma Herêma Kurdistanê ne kêşeya tekane ye li Iraqê, lê çendîn kêşeyên din din yên siyasî hene û pêwîst e ji bo çarekirina wan, dest bi diyalog bê kirin.”

Her wiha berdevamiya axaftina xwe de Nucêfî destnîşan kir ku divê mafên hemû pêkhatên Iraqê parastî be û ti aliyek neyê piştguhkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1104 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:09:57