Vîdyoya dema kuştina dîplomatê Tirkiyê hat belavkirin

Dîmenên vîdyoyî yên êrîşa roja 17ê mehê ya Hewlêrê ku têde dîplomatekî Tirkiyê hatibû kuştin, li ser torên medyaya civakî hate belavkirin.

24 Tîrmeh 2019 - 04:41
24 Tîrmeh 2019 - 04:41
 0
Vîdyoya dema kuştina dîplomatê Tirkiyê hat belavkirin

Jî bo vîdyoyî yên êrîşa li vir bitikîne

Heftiyek piştî bûyera teqekirina li Hewlêrê, ku têde dîpomatekî Konsulxaneya Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin, dîmenên vîdyoyî yên êrîşê li ser sosyal medyayê hat belavkirin.

Lê belê heta niha ti aliyekî fermî yê Hikûmeta Heêrma Kurdistanê ti daxuyanî li ser belavbûna vê vîdoyê nedane û rastbûna wan dîmenan piştrast nekirine.

Roja 17ê vê mehê li xwaringeheke bajarê Hewlêrê, çend kesan teqe li dîplomatekî Tirkiyê kiribû, ku di encama teqekirinê de ew dîplomatê Tirkiyê û welatiyekî din li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û welatiyekî din jî bi giranî birîndar bibû, ku piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Nasnameya dîplomatê Tirkiyê ku di bûyerê de hatiye kuştin, bi Osman Kose hatiye ragihandin.

Roja 20ê vê mehê jî hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê, girtina teqekerê sereke yê bûyerê yê bi navê Mazlum Dag ragihandin.

Piştî çend saetan, di heman rojê de hêzên Asayişa Kurdistanê, girtina hevkarekî Mazlum Dag ê bi navê Muhemed Bîsiksiz ku bi navên Dijwar, Mamend û Yûsif jî tê naskirin, ragihandin.

Ev nûçe bi tevahî 2037 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:22:35