Vîyan Dexîl: Dê hemû rêkar bo derxistina PKKê ji Şingalê bikar bînin

Vîyan Dexîl perlemantara Kurda Êzîdî li civata nûnerên Îraqê ragehand; ew bi çi rengan mana PKKê li Şingalê qebûl naken û dê hemû rêyan bo derxistina wan bikar bînin.

26 Berfanbar 2016 - 12:00
26 Berfanbar 2016 - 12:00
 0
Vîyan Dexîl: Dê hemû rêkar bo derxistina PKKê ji Şingalê bikar bînin

Vîyan Dexîl bo ajansa Anadol got: PKKê bi behaneya parastina Êzîdîyan, Şingal dagîrkir, lê niha wan çi rolekê serbazî û kargêrî nemaye û pêdvîye ji wî bajarî derkevin, ji berku Êzîdî wan qebûl naken û bi dehan rêxistinên Navdewletî li hêvîya derketina PKKê ne, daku dest bi avakirina Şingalê biken.

Got jî: bi her bihayekî be, pêdvîye PKKê ji Şingalê bê derxistin, lê baştire PKKê bi rêyên aştîyane, wî bajarkî çol bike.

Ev nûçe bi tevahî 3372 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:18:48