Wan: Leşkerekî pitika xwe ya 4 mehî kuşt, hevjîna xwe birîndar kir
Leşkerekî Tirkiyeyê, li navçeya Bazîdaxayê (Ebex) ya Wanê pitika xwe ya 4 mehî bi demançeyê kuşt û hevjîna xwe birîndar kir.

Leşkerekî Tirkiyeyê, li navçeya Bazîdaxayê (Ebex) ya Wanê pitika xwe ya 4 mehî bi demançeyê kuşt û hevjîna xwe birîndar kir.
Wî leşkerî paşê bi heman demançeyê gule berda serê xwe.
Ew leşker û hevjîna wî niha li nexweşxaneyê tên dermankirinû rewşa wî ya tenduristiyê xerab e.
Hat ragihandin ku ew leşker çawişê pispor e û pirsigrêkên wî yên derûnî hene.
Nûvekirina herî dawî: 18:34:45