Wan: Mîdîbusa rêwiyan qulibî: 4 jê zarok 27 kes birîndar bûn

Li navçeya Westanê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê mîdîbûsa rêwiyan qulibî, 4 jê zarok 27 kes birîndar bûn.

22 Çile 2024 - 08:40
22 Çile 2024 - 08:40
 0
Wan: Mîdîbusa rêwiyan qulibî: 4 jê zarok 27 kes birîndar bûn

Li ser rêya Wan-Bedlîsê nêzî gundê Sarikê yê navçeya Westanê mîdîbuseke rêwiyan qulibî.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Ji mîdîbusa ku qeza kiribû 4 jê zarok 27 birîndar hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê û Nexweşxaneya Dewletê ya Westanê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Ev nûçe bi tevahî 1170 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:01:29