Wan: Minîbusê teqle da...7 kes birîndar bûn

Li navçeya Westanê ya Wana Bakurê Kurdistanê minîbusekê teqle da û 7 kes tê de birîndar bûn

25 Cotmeh 2023 - 05:30
25 Cotmeh 2023 - 05:30
 0
Wan: Minîbusê teqle da...7 kes birîndar bûn

Li Westanê minîbusa ku nasnameya ajokarê wê hê nehatiye tesbîtkirin di derketina Tunêla Kuskunkiranê da ji rê derket û teqle da.

Li ser agahîdayîna kesên li derdorê, tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîman 7 kesên ku di qezayê da birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Ev nûçe bi tevahî 717 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:40:36