Washington û Enqere li ser Efrîn û Minbicê civiyan

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand, ji 3 komîteyên teknîkî yên gotûbêjên navbera Amerîka û Tirkiyeyê, komîteya Sûriyeyê li Washingtonê civiyaye û mijara Efrînê jî di civînan de ne surprîz e.

9 Adar 2018 - 04:04
9 Adar 2018 - 04:04
 0
Washington û Enqere li ser Efrîn û Minbicê civiyan

Nauert di civîna rojnamevanî de diyar kir, dê civîna komîteyên Amerîka-Tirkiyeyê sibe jî berdewam bikin û da zanîn, gelek mijarên ku nûnerên herdu welatan derbarê Sûriyeyê de biaxivin hene.

Nauert li ser pirsa derbarê operasyona Efrînê de jî got ku ne surprîz e ku di nav mijarên gotûbêjan de be.

Berdevka wezaretê ragihand ku tê plankirin sibe daxuyaniyeke nivîskî derbarê civînan de were dayîn û hêvî kir ku mijarên werin gotûbêjkirin serkeftî bin.

Piştî hevdîtina Wezîrên Derve yên Tirkiye û Amerîkayê biryar li ser avakirina mekanîzmayên danûstandinan hatibû wergirtin û hatibû ragihandin ku dê civîna yekem 8ê Adarê li Washingtonê were lidarxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1539 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:24:05