Wezareta Pêşmerge li ser revandina Pêşmergeyê Siwêdî ji aliyê PKKê ve hate deng

li ser revandina Pêşmergeyekî bi regezê Siwêdî bi navê "Tony Ekman'' ji aliyê PKKê ve, Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand ''Em dilgiraniya xwe li hember wî karî didin xuyakirin û hêza PKKê berpirsyar di ber jiyana wî Pêşmergeyî de dibînin.''

29 Adar 2017 - 03:35
29 Adar 2017 - 03:35
 0
Wezareta Pêşmerge li ser revandina Pêşmergeyê Siwêdî ji aliyê PKKê ve hate deng

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye: ''Pêşmergê xwebexş (Tony Ekman) li ser sînorê Şingal ji aliyê hêza PKKê ve hate revandin û ta niha li gel wê hêzê desteserkirî ye. Navbûrî li ser sînorê Kerkûk û piştre li ser sînorê Şingal mil bi milê hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê di sengeran de bû.''

Wezaretî Pêşmerge ragihand jî ''Em dilgiran in li hember vê kiryarê û hêza PKKê di ber selameta jiyana ewî Pêşmergeyî de berpirs dibînin û hêvîdar in ku di zûtirîn dem de azad bikin.''

Rojnameya ''Aftonblade'' ya Swêdî ku nûçeya revandina ''Tony'' belav kiriye, got ''Welatiyê Swêdî yê bi navê 'Tony' ji pêhtirî salekê de bi rengekî xwebexş di nav refên Pêşmergeyan de şerê DAIŞê dike, ji aliyê PKK ve li Şingalê hatiye revandin.

Tony 3 salan xizmet di nav artêşa Siwêdî de kir û ji berî salekê ve ji bo şerê DAIŞê derbasî nava refên Pêşmergeyên Kurdistanê bû û karê wî li devera Şingal bû.

Herwiha jêderekî K24ê re ragihand, niha fişar li ser Pêşmergeyê xwebexş yê Swêdî ji aliyê PKKê ve tê kirin, da ku vîdyoyekê tomar bike û tê de bibêje ku, ew bixwe hatiye cem PKKê û piştre jî ew girtevîdyo jî bê belavkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1871 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:24:54