Yasaya ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd hatibû derxistin, hat rakirin

Yasaya ku di dema proseya çareseriyê de hatibû derxistin û ji 6 bendên ji bo nexşerêya proseyê pêk dihat hat betalkirin.

25 Tîrmeh 2018 - 06:17
25 Tîrmeh 2018 - 06:17
 0
Yasaya ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd hatibû derxistin, hat rakirin

Di dema proseya çareseriyê de ji bo nexşerêya proseyê yasayeke ji 6 bendan pêk dihat hatibû derxistin û wek yasaya proseya çareseriyê dihat zanîn.

Li gor agahiyan ew yasa bi Biryarnameyeke Serokkomariyê hat betalkirin û ew biryar di hejmara 9ê Tîrmehê de di Rojnameya Fermî de jî hatiye belavkirin.

Ew yasa 16ê Tîrmeha 2014an de ji o xebatên ku dê werin kirin û nexşerêya proseya çareseriyê hatibû derxistin.

Rakirina yasaya proseya çareseriyê weke jesteke AKPê bo MHPê ku ligel tifaq pêk anîbû, hat dîtin.

Ev nûçe bi tevahî 1412 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:29:29