YNK'ê liser bûyera Balekayetî daxûyanî da

Polîtburoya YNK'ê daxuyaniyek derbarê bûyera Balekayetî de belav kir û kuştina du endamên xwe destnîşan kir.

26 Tebax 2017 - 07:18
26 Tebax 2017 - 07:18
 0
YNK'ê liser bûyera Balekayetî daxûyanî da

Li gorî daxuyaniya ku ji malpera fermî ya YNK'ê de hatiye weşandin de amaje bi vê hatiye kirin ku di bûyereke nayê xwestin a roja înê 25.08.2017ê de du endamên YNK'ê yên bi navên Ferman û Loqman Îskender, ku di nav bax û rezên xwe de hatin kuştin û Polîtburoya YNK'ê bûyer jî wek girêdayî nemana bi yasa pênase kir.

Polîtburoya YNK'ê daxwaz kir, kesên ku ew tewan pêkanîne di demek herî zû de bên dadgeh kirin û wek tewanbar bên ceza kirin û tewanên xwe bigrin serxwe û ev pirsgirêk jî bi awayek bingehîn bê çareser kirin.

Piştî kuştina wan her du birayên gundê Gundejor a sînorê Çoman'ê, bi destê çend çekdarên Komeleya Şoreşgerên Zihmetkêşên Kurdistan a Îran'ê ve hatin kuştin û xelkê navçeyê li hember vê bertekên tund nîşan dan hemû binke û baregehên partiyên Rojhilatên Kurdistan'ê kirin armanc û di encamê de 5 binkeyên wan partiyan hatin şewitandin.

Ev nûçe bi tevahî 1321 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:41:29