YPG: Amadekarîyên Tirkiyê, 'ragihandina şer' e
Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo, bicîkirina hêzên artêşa Tirkiyê li dorûbera Efrînê û xeta Ezez-Cerablûsê wekî ‘ragihandina şer’ nirxand.

Sîpan Hemo ji Reutersê re li ser tevgera artêşa Tirkiyê ya li ser sînorê Sûriyê ragihand, "Amadekarîyên Tirkiyê gihîştin asta ragihandina şer û dibe ku li rojên pêşîya me bibe sedema pevçûnan."
Fermandarê YPGê herwiha da xuyakirin ku ‘Li hemberî îhtimala êrîşeke tê pêşbînîkirin, ew bê bersiv namînin."
Nûvekirina herî dawî: 19:50:09