YPGê bersiva êrişa ASAyê da: 15 kuştî, 6 kes dîl girtin

Hate ragihandin ku mîlîtanên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) êrişî gundê Eyn Diqne ya li herêma Şehbayê kirine û di encamê de jî 15 mîlîtanên ASAyê hatine kuştin 6 kes jî ji aliye YPGê ve dîl hatine girtin.

17 Tîrmeh 2017 - 11:16
17 Tîrmeh 2017 - 11:16
 0
YPGê bersiva êrişa ASAyê  da: 15 kuştî,  6 kes dîl girtin

Hat ragihandin; Mîlîtanên ASAyê êrişî gundê Eyn Diqne kirine û di encamê de jî di navbera wan û şervanên YPGê de şerê dijwar rû da ye. Di encama şer de 15 mîlîtanên ASAyê hatine kuştin, 6 mîlîtan jî ji aliye YPGê ve dîl hatine girtin. Herwiha di şer de 3 YPGî can dane.

Herwiha hat diyarkirin ku şerê li herêmê hêj berdewam e.

Ev nûçe bi tevahî 2104 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:30:00