YPG: Biryareke dîrokî ye

YPGê biryara alîkariya çekên giran ya DYAyê ya bo wan wekî 'biryareke dîrokî' bi nav kir.

10 Gulan 2017 - 07:40
10 Gulan 2017 - 07:40
 0
YPG: Biryareke dîrokî ye

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya Reutersê de derbarê biryara alîkariya çekên giran ya DYAyê ya bo operasyona Reqayê de got: "Piştî vê biryara dîrokî YPG dê bi awayekî bi bandor, biryardar û bi hêztir şerê li dijî terorîzmê bike."

Xelîl amaje dike wê ev yek bo ‘hemû hêzên demokrat yên ku şerê terorîzmê dikin bibe piştevanî' û diyar kir ku ew biryar wê ‘encamên erênî, bi lez û mezin bi xwe re bîne'

Berdevkê Wezareta Beravaniyê ya DYAyê Dana White duh daxuyaniye nivîskî da û got: "Serok (Trump) ji bo ku li Reqayê li dijî DAIŞê serkeftineke mezin bê bidesxistin, Wezareta Beravaniyê bo şandina techîzatên leşkerî bo kurdên di nava Hêzên Sûriyeya Demoktîk (HSD) peywirdar kir."

Ev nûçe bi tevahî 3728 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:29:06