YPG ji ber Recim Silêbê Tirkiyeyê sûcdar kir
YPGê têkildarî êrişa Recim Silêbê de daxuyaniyek belav kir.

Terorîstên DAIŞê duh serê sibê, êrişî deriyê Recim Silêbî yê ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de kirin. Hêzên Sûriyeye Demokratîk bersiva êrîşan dan û birîndar veguhestin nexweşxaneyên bajarê Hesekê. Di encamê de zêdetirî 22 penaberarî jiyana xwe ji dest da.
Îro YPGê derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir û îda kir ku artêşa tirk berpirsiyarê vê êrişê ye.
YPG di daxuyaniya xwe de îdia dike ku ‘Tirkiye astengiyan di şerê li dijî DAIŞê û tunekirina wê de li pêşiya wan derdixin lewma jî ji komkujiya Recim Silêbî berpirsyare.'
Nûvekirina herî dawî: 14:31:16