YPG û Amerîkayê bi çekên giran tetbîqat kir
YPG û Artêşa Amerîkayê, li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bi çekên giran tetbîqat kir.

Artêşa Amerîkayê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li Qamişloyê bi çekên giran tetbîqateke hevbeş kir.
Tetbîqata hevbeş a Amerîka û YPGyê 15-17ê Tebaxê hate kirin.
Di vê tetbîqata hevbeş de dijefiroke, wesayitên cengê yên zirxpoş ên Bradley ên malên Amerîkayê û çekên giran ên cûr bi cûr hatin bikaranîn.
Nûvekirina herî dawî: 03:24:49