Zaxo: Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê hat kuştin

Li Zaxoyê Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê bi kêrê hat kuştin.

10 Hezîran 2024 - 10:01
10 Hezîran 2024 - 10:01
 0
Zaxo: Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê hat kuştin

Berdevkê Polîsê Zaxoyê Ehmed Remezan ji ajansa Rûdawê re ragihand ku li Medyana Tankeran a li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê (Xabûr) du ajokar pev çûne.

Li gorî gahiyên ku Ehmed Remezan dane, her du ajokar jî ji Bakurê Kurdistanê ne û di vê pevçûnê de yek ji wan bi kêrê hatiye kuştin.

Ehmed Remezan diyar kir, ajokarê ku hatiye kuştin 34 salî ye û yê din jî hatiye desteserkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1539 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:37:53