Dibe ku ENKSê û PYDê roja yekşemê bicivin

Parlamentera serbixwe Leyala Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr li bajarê Hewlêrê dest bi xebatên xwe kirin ji bo ku aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê li hev bînin.\n\nLi gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şeva borî Leyala.

12.12.2013, Per - 10:44

Dibe ku ENKSê û PYDê roja yekşemê bicivin
Haberi Paylaş
Parlamentera serbixwe Leyala Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr li bajarê Hewlêrê dest bi xebatên xwe kirin ji bo ku aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê li hev bînin.

Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şeva borî Leyala Zana û Osman Baydemîr digel şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) civiya.

Di civînê de, ENKSê gilî û gazinên xwe û herwiha daxwazên xwe gihandine navbeynkaran.

Her li gor çavkaniya Rûdawê, Zana û Baydemîr wê bi şandeke Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ku PYDê jî di nav de cî digire, bicive û li gilî û daxwazên wan guhdar bike.

Çavkaniya Rûdawê diyar kir ku xwesteka sereke ya ENKSê di civînê de ew bû ku PYDê helwesta xwe derbarê rejîma Sûriyê de zelal bike.

Piştî civîna digel EGRKê, Leyla Zana û Osman Baydemîr wê hewl bidin her du encûmenan li hev bicivînin û nakokiyên di navbera wan de çareser bikin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, civîna di navbera ENKSê û EGRKê wê di heftiya bê de were lidarxistin û dibe ku roja yekşemê li hev bicivin.

Civîn wê di bin çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî be û Leyla Zana û Osman Baydemîr jî dê wek navebynkar rola xwe berdewam bikin.

Di heftiya borî de Rûdawê li ser zarê çavkaniyekê agahdar belav kiribû ku Leyla Zana û Osman Baydemîr li ser daxwaza PYDê dixwazin di navbera ENKSê û PYDê de navbeynkariyê bikin.

Rudaw
Bu haber toplam: 3611 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:03:05:03
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x