Daxuyanî - PDK-Bakur

36. SALVEGERA KOÇA DAWÎ DE LEHENGÊ MILETÊ KURD MELE MUSTAFA BARZANÎ BI HURMET BI BÎRTÎNIN

01.03.2015, Paz - 22:38

Daxuyanî  - PDK-Bakur
Haberi Paylaş
Yekê Adarê li dîroka Kurd û Kurdistanê yek ji wan rojên diltezîn e ku li vê rojê serok û qehremanê miletê Kurd Mele Mustafa Barzanî xatirê xwe xwest û koça dawî kir. Belê, berî 36 salan roja 1ê adarê 1979 Mele Mustafa Barzanî li Amerîka çû ser dilovaniya xwe.

Navê Mele Mustafa Barzanî di bîreweriya miletê Kurd de bicîh bûye û li gel dostên Kurdan jî navekî wisa ye ku ruhê dostaniya wan û ev nav bi hevdu ve zeliqînî ne. Eger mirov qenc li pêvejoya nasîna doza Kurdan û Kurdistanê li cîhanê ba dostên Kurdan bikole, dibîne ku piraniya wan bi nav û berxwedana Mele Mustafa Barzanî bûne piştevan û heyranên doza xelkê me yê bindest. Nav û gotinên Mele Mustafa Barzanî li cem dostên Kurdan rumiza berxwedana xelkê Kurd e ji bo doz û daxwazên rewa.

Di zanîn û bîreweriya xelkê Kurdistanê de navê Mele Mustafa Barzanî, wek serokekî adil, parazgerê rûmet û namûsa xelkê, azadîxwaz, demokrat û mirovhez cih girtiye. Xususiyetên ku Mele Mustafa Barzanî mezin kiriye û mezin hêştiye, ev in. Nirxên ku wek rêbaz tê binavkirin û çarçoveya bîr û hizr û siyaseta Partiyên Demokrat diyar dike ev hêjayî ne. Parezgeriya azadîxwazî, wekhevî, edalet, demokrasî û hevdemiyê, her wisa zêrevaniya rûmet û erz û eyal û namusa xelkê Kurdistanê bê ferq û cudahî êxistin nabeyna Kurd bûn ne Kurd bûna wan. Bi qasî ku Kurdan baweriya xwe bi soz û kiryarên Mele Mustafa Barzanî aniye, ew qasî û zêdetir jî, xelkên resen ên Kurdistanê Kildan û Ermen û Aşurî û Suryan û Tirkmen û Ereban jî bi Mele Mustafa Barzanî bawer bûne. Mele Mustafa Barzanî ji bo wan demanê hevra jiyaneka aram, azad û wekhev bûye.

Ev xususiyet û hêjayiyên serokê nemir ê Kurdistanê Mele Mustafa Barzanî ji serpêhatî û lêkolînên ku vî derbarî de hatine nivîsîn û tomar kirin xweş xuya dike. Bi rastî, civaka Kurdistanê hezkirin û pêbaweriyeke pir mezin bo Mele Mustafa Barzanî hebûye. Ev palbendî ji bo Mele Mustafa Barzanî li Kurdistanê û hemî cîhanê nav Kurdan de hebûye û îro jî heye.

Jiyan û rêbaza Mele Mustafa Barzanî ji bo Partiyên Demokrat, ji bo Partiya me PDK-Bakur peyrew e, serçaviya bîr û hizrên me yên netewî û niştîmanî ye, norm û hêjayiyên exlaqê me yê siyasî ye, ruknên me yên mirovhezî û demokrasiyê ye. Serçaviya hêz û bi xwe baweriya me ji vê rêbazê dertê, jiyan û pakrewaniya vî nemir û qehremanê navdar me vedijîne.

Di demekî ku doza miletê Kurd û Kurdistanê di nav metirsiyê re derbas dibe, vejiyana rêbaza Mele Mustafa Barzanî, cîbecîh kirina exlaq û hêjayiyên jiyana wî ya mutewazî û peyrew kirina rêbaza wî ya Kurd hez û Kurdistan parêz dê alîkarê berxwedana me be û hêz û taqeta li dijî dijminên Kurd û Kurdistanê dê geştir bike.

Mele Mustafa Barzanî ne durişm e, em bikevin pêşbirika zêde bi karanîna vî navî. Ew ji bo me mînak e, ji bo cîbecîh kirna pêdiviyên kar û xizmetên bo doza miletê Kurd û hemû xelkên Kurdistanê. Ew ji bo me sembûla hevçaxiyê, demokrasiyê, azadî , aşitî, aramî, dadwerî û hevra jiyaneka wekhevîyê ye.

Di 36. Salvegera koça te ya dawî de em te bi rêzdarî bi bîrtînin û pê serbilind in li ser rêbaza te, di xizmeta milet û welatê xwe de berdewam in.

Te ji me re rêbazekî li dû xwe hêla ye ku ev rêbaz îro jî ilac û dermanê êş û elemên Kurdan û xelkên deverê ye. Cewherê rêbaza te parastina hêjayiyên mirovayetiyê ye.

Sertaç Bucak

Serokê PDK-Bakur

01.03.2015

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2809 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:11:33:00
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x