37 sal derbas bûn lê birînên Enfala Behdînanê nakewin
Îro 37 sal di ser qonaxa dawî ya tawana Enfalê re derbas dibin ku ew jî Enfala Behdînanê ye û heta îro cenazeyên enfalkiriyan nehatine vegerandin.

Enfala Behdînanê 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û 6ê Îlona heman salê bi dawî bû.
Di wê tawanê de Dihok, Zaxo, Kanî Masê, Dêrelûk, Sersing, Dînarte, Akrê, Etruş, Zawîte, Zêwe, Şêxan û Şêrwan Mezin ji 11 aliyan ve rastî êrişê hatin.
Enfala Behdînanê wekî qonaxên berê bi êrişa kîmyayî dest pê kir û 24ê Tebaxê gundê Spîndarê yê li qûntara Çiyayê Gareyê bi bombeyên hûşî hat bombebarankirin.
"Herêm 19 caran bi çekên kîmyayî hat bombebarankirin"
Çalakvan û nivîskarê warê enfalê Hêmin Hesîb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Di 13 rojên Enfala Behdînanê de, herêm 19 caran bi çekên kîmyayî hat bombebarankirin, tenê roja 25ê Tebaxê şeş caran hat bombebarankirin.”
Enfala Behdînanê bi serkêşiya Fermandarê Feyleqa Yekem Lîwa Sultan Haşim. Fermandarê Feyleqa Pêncem Lîwa Yûnis Mihemed Zerb, Fermandarê Feyleqa Duyem Lîwa Kamil Sacid û bi serpereştiya rasterast a berpirsên wê demê yên Îraqê, Wezîrê Parastinê Ednan Xeyrulah, Mîrlîwa Nîzar Xezrecî, Berpirsê Lijneya Kar û Barên Bakur a Partiya Beasê Elî Hesen Mecîd hat kirin.
"Di Enfala Behdînanê de 13 hezar û 553 kes hatine desteserkirin"
Li gorî gotina Hêmin Hesîb, “Li gorî belgeyeke ku îmzeya Fermandarê Feyleqa Pêncem Lîwa Yûnis Mihemed Zerb li ser e û ji Fermandariya Giştî ya Artêşê re şandiye, di Enfala Behdînanê de 13 hezar û 553 kes hatine desteserkirin ku ji wan 3 hezar û 373 jin û 6 hezar û 964 jî zarok bûne.”
Enfala Behdînanê ku wekî qonaxa heştem a Enfalê tê naskirin, 10 hezar û 360 kîlometre çargoşe li xwe girt û yekane qonaxa Enfalê ye ku kete piştî rawestandina şerê Îraq û Îranê.
Heta îro termê ti enfalkiriyekî Behdînanê ji bo Herêma Kurdistanê nehatiye vegerandin.
Ew hêzên çekdar ên ku di Enfala Behdînanê de beşdar bûn di bin navên cuda de bûn, di nav wan de Artêşa Îraqê, Garda Komarî û cehş û musteşar hebûn.
200 hezar çekdar û leşker beşdarî komkujiyê bûn
Bi giştî nêzîkî 200 hezar çekdar û leşker di proseya komkujiya Kurdan de beşdar bûn.
Li gorî amaran, ji bilî wê hejmara ku hatine enfalkirin, li qada Enfala Behdînanê zêdetirî 5 hezar welatiyên sivîl hatine komkujkirin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ku di 16.06.1990î de hatibû belavkirin, ji ber Enfala Behdînanê 55 hezar kesî koçî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiriye.
152 Xiristiyan û 183 Kurdên Êzidî hatine enfalkirin
Li gorî Hêmin Hesîbê ku li ser Enfalê lêkolîn kiriye, di Enfala Behdînanê de 152 welatiyên Xiristiyan û 183 Kurdên Êzidî hatine enfalkirin.
Ji bilî komkujiyê, di Enfala Behdînanê de nêzîkî 600 gund hatin xerakirin û nêzîkî 60 hezar welatî aware û bê mal man.
Her wiha hejmarek gund hatin kîmyabarankirin, di nav wan de 40 gundên Xiristiyanan û 81 gundên Kurdên Êzidî hebûn.
Li gorî rapora hejmar 28/8 a 3-9-1988an a Feyleqa Pêncem ku Lîwa Yûnis Mihemed Zerb îmze kiriye, amaje bi wê yekê hatiye kirin ku 13 serkirdatiyên firqeyên 4, 7, 25, 29, 41ê ligel hêzên 38, 41, 45 û serkirdatiya cehş û musteşaran beşdariyeke bibandor kirine; hemû hêz jî ji 29 lîwa, 7 tabûrên tankan, 2 seriye, 4 tabûrên zirxî, 24 tabûrên Sedam, Pasdarên Komarî, 171 fewcên cehşan pêk dihatin.
Beasiyan di qonaxa heştem a Enfala Behdînanê de, ji bilî kîmyabarankirinê, li çend gundên devera Behdînanê gorên komî û gulebarankirina bikomî jî pêk anîn, di nav wan de li gundê Korêmê yê qezaya Amêdiyê.
Qonaxên Enfalê
Di Enfalê de ku ji heşt qonaxan pêk dihat, nêzîkî 182 hezar welatî şehîd bûn.
Qonaxa Germiyanê ya şalawê 14ê Nîsana 1988an dest pê kir û ew roj jî wekî salvegera wê şalawê li Başûrê Kurdistanê hatiye destnîşankirin û tê bibîranîn.
Parlamentoya Îraqê 14ê Nîsana 2008an Enfal wekî komkujî nasand.
Hejmarek ji fermandarên leşkerî yên serdema desthilata Sedam jî hatine îdamkirin, di nav wan de Elî Hesen Mecîdê ku bi navê Elî Kîmyawî tê naskirin di sala 2010an de.
Di Enfal û komkujiya li gelê Kurd de, nêzîkî 190 hezar welatî rastî komkujiyê hatin, bêserûşûnkirin û zindî bin ax kirin.
Ew cenazeyên ku di pêvajoya Enfal û komkujiya Kurdan de termên wan ji çolên Îraqê heta îro hatine vegerandin li van navçeyan hatine veşartin:
Çemçemal: 1010 cenaze
Behdînan: 696 cenaze (Barzanî)
Germiyan: 399 cenaze
Dûkan: 256 cenaze
Topzawe: 80 cenaze
Nûvekirina herî dawî: 20:58:01