Nêçîrvan Barzanî: Divê Şingal êdî nebe qada hêzên neyasayî
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û hejmareke berpirsên hikûmî û akademîsyenên navdewletî, îro 25ê Tebaxa 2025an li Hewlêrê yekemîn Konferansa Akademîk a Navdewletî ya li ser Jenosîda Êzidiyan dest pê kir.

Di gotara xwe ya vekirinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî bang li hikûmeta federal a Iraqê û civaka navdewletî kir ku ji bo bicihanîna dadweriyê, qerebûkirina qurbaniyan û asayîkirina rewşa Şingalê gavên cidî bavêjin.
Girîngiya Belgekirina Akademîk
Di destpêka axaftina xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Zanîngeha Kurdistanê kir ji bo birêkxistina konferanseke wiha zanistî û tekez kir, ev gav ji bo belgekirina jenosîdê û fêmkirina encamên wê yên kûr xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Nêçîrvan Barzanî got: "Birêkxistina konferanseke zanistî û akademîk derbarê jenosîda Êzidiyan de karekî gelekî pêwîst û girîng e. Ev konferans dê bibe pirek di navbera zanist, siyaset û mirovahiyê de û dê êş û azaran veguherîne zanînê û karesatan bike ders û pend."
Herwiha destnîşan kir, lêkolînên akademîk ên li ser aliyên dîrokî, siyasî, yasayî û derûnî yên jenosîdê dê bibin çavkaniyeke bingehîn ji bo niha û paşerojê û dê alîkariyê di nasandina navdewletî ya jenosîdê de bikin.
Rewşa dijwar a Êzidiyan piştî 11 salan
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku piştî 11 salan ji karesatê, hîn jî nêzîkî nîvê civaka Êzidî di kampan de jiyaneke dijwar derbas dikin. Bal kişand ser nifşê nû yê jî, ku di nav şert û mercên kampan de mezin dibe û got: "Meseleya herî bi êş ew e ku zarokekî Êzidî heye ku îro 11 salî ye û tevahiya temenê xwe di nav jîngeheke dijwar a kampê de derbas kiriye. Hîn jî hêviyeke rastîn ji bo guherîneke erênî di jiyana wan de xuya nake û çarenivîsa wan ne diyar e."
Nêçîrvan Barzanî hikûmeta Iraqê wek berpirsiyarê sereke nîşan da û got: "Iraq welatekî dewlemend e. Civaka Êzidî, wekî welatiyên Iraqê, mafên wan ên mezin li ser dewletê hene. Pêwîst e Iraq zêdetir xwedî li hemwelatiyên xwe yên Êzidî derkeve."
Bangewazî ji bo dadwerî û asayîkirina rewşa Şingalê
Nêçîrvan Barzanî tekez kir, dadwerî ji bo Êzidiyan ne tenê bi cezakirina tawanbaran pêk tê, lê belê bi avakirina jiyaneke nû, misogerkirina ewlehiyê û qerebûkirina ziyanên madî û manewî pêkan e. Daxwaza wî ya sereke ji hikûmeta federal ew bû ku Rêkeftina Şingalê bi temamî were cîbicîkirin.
Herwiha got: "Mafê herî hêsan ê Êzidiyan îro ew e ku aramî û asayîş li deverên wan hebe da ku bikaribin vegerin. Pêwîst e Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê were cîbicîkirin. Divê êdî Êzidî û deverên wan nebin qada hêzên neyasayî û cîbicîkirina ajandayên herêmî."
Serokê Herêma Kurdistanê amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her cure hevkariyê bi Bexdayê re ji bo pêkanîna vê armancê dûpat kir û got ku parastina pirrengî û jiyana bihev re erkekî sereke ye.
Di dawiya axaftina xwe de, Nêçîrvan Barzanî soza berdewamiya hewlên ji bo rizgarkirina Êzidiyên revandî, nasandina navdewletî ya jenosîdê û piştgirîkirina qurbaniyan da û hêviya serkeftinê ji bo konferansê xwest.
Nûvekirina herî dawî: 19:54:13