5 hezar sivîl li sînorê Efrînê asê mane

Oxfam ku Rêxistina Alîkariya Mirovî ya brîtanî ye ragihand ku nêzîk 5 hezaran mirovên sivîl ji ber şerê li Efrînê di navbera sînorê Tirkiye-Sûriyê de asê mane. Pêwistiya wan bi alîkariya mirovî heye.

6 Sibat 2018 - 07:10
6 Sibat 2018 - 07:10
 0
5 hezar sivîl li sînorê Efrînê asê mane

Oxfamê da zanîn ku bi sedema şer û pevçûnan zêdetirî 5 hezar kes aware bûne û ji ber nebûna rêyên derketinê jî li sînor asê ne. Rêxistina mirovî ya brîtanî Oxfam herwiha da zanîn ku gelek sivîl li aliyê sînorê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane û li gor zanyariyên NY û UNICEFê pêdiviya lezgîn a xelkê dorûbera Efrînê yê di nav şer de asê ma ye, bi dermanan û xwarinê heye.

Desthilatdarê Oxfamê beriya niha bangî rêxistinên navnetewî yên mirovî kiribû ku demildest rêya gihandina alîkariyan bo welatiyên di nav şer de asê mane re bibinin.

Ev nûçe bi tevahî 1918 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:51:35