49 dîlên HSDê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve serbest hatin berdan

49 dîlên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li cem hikûmeta Sûriyeyê girtî bûn, îro 16ê Îlona 2026an serbest hatin berdan û gihîştin bajarê Hesekê.

16 Îlon 2026 - 12:55
16 Îlon 2026 - 12:55
 0
49 dîlên HSDê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve serbest hatin berdan

Ev pêngav li ser bingeha rêkeftina 29ê Çileyê ya navbera HSDê û hikûmeta Sûriyeyê pêk tê. Di çarçoveya vê rêkeftinê de, heta niha pênc karwanên dîlên HSDê ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatine berdan. Li hemberî vê yekê, pêştir hemû dîlên hikûmeta Sûriyeyê yên di destê HSDê de hatibûn azadkirin.

Li gorî zanyariyan, proseya berdana hemû girtiyan hîn bidawî nebûye; heta niha hejmareke din a dîlan di zindanên hikûmeta Sûriyeyê de girtî ne û çarenivîsa hejmareke din ji wan jî heta niha nediyar e.

 

Ev nûçe bi tevahî 45 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:55:21