Amerîka: Em rewşa Hisîçayê ji nêzîk ve dişopînin
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke taybet de ji ajansa Rûdawê re dilgiraniya xwe ya li ser rewşa ewlehiyê ya Rojavayê Kurdistanê anî zimên û ragihand ku Washington ji nêzîk ve bipêşveçûn û raporên têkildarî nearamiya li Hisîçayê dişopîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îro bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde û got:
"Em bangî hemû aliyan dikin ku xwe ragirin, tundî û handana tundiyê red bikin û divê hemû cudahî û nakokî bi rêya diyaloga aştiyane werin çareserkirin."
Mafên Kurdan û pêkhateyên din
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser paşeroja siyasî ya Sûriyeyê û mafên pêkhateyan diyar kir:
"Washington piştgiriyê dide Sûriyeyeke yekgirtî û xwedî serwerî ku tê de gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ji mafê welatîbûna wekhev û ewlehiyê sûdê wergirin.
Di heman demê de divê Kurd û tevahiya pêkhateyan di desthilat û birêvebiriya welêt de xwedî beşdariyeke rasteqîn û bibandor bin."
Wî berpirsê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her wiha ji hikûmeta Sûriyeyê ku serkirdeyên Kurd jî di nav de ne xwest ku "pêbendî sozên xwe be."
Wî berpirsî her wiha ji desthilatdarên herêmî jî xwest ku bi awayekî pratîk bersiva dilgiraniyên rewa bidin û ji bo avakirina baweriyê gavên pêwîst biavêjin.
Nûvekirina herî dawî: 22:09:02