70 koçberên ku piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne di deryayê de asê mane

70 koçberên Kurd ku piraniya wan Rojhilatê Kurdistanê ne di keştiyeke nav avên Yunanistanê de asê mane û daxwaza alîkariyê dikin.

26 Tebax 2022 - 09:21
26 Tebax 2022 - 09:21
 0

Ji şeva borî ve 70 koçberên Kurd ku piraniya wan Rojhilatê Kurdistanê ne di keştiyeke nav avên Yunanistanê de asê mane û daxwaza alîkariyê dikin.

Keştiya ku koçberên Kurd tê de ne li rojavayê Yunanîstanê li Deryaya Ionianê xirabe bûye, qaçaxçî reviyane û koçberên ku piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne di nava deryayê de asê mane û banga alîkariyê dikin.

Koçberan li ser torên civakî vîdeoyên xwe belav kirine û xuya dike ku di rewşeke xirab de ne û daxwaza alîkariyê dikin.

Ev nûçe bi tevahî 635 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:44:02