PWK Nûnertîya Swêdê Kongreya Xwe ya Duyem Pêk Anî

11 Gulan 2026 - 10:22
11 Gulan 2026 - 10:22
 0
PWK Nûnertîya Swêdê Kongreya Xwe ya Duyem Pêk Anî

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK-Swêdê) doh li Sockholmê Kongraya xwe ya duyem li dar xist.
Seroka PWK Nûnertîya Swêdê Seval Mert kongre bi rêzgirtina pakrewanên Kurdistanê û xêrhatina beşdaranvekir.

Li ser navê Amadekarîya Kongreyê Zinar Soran di derheqê amadekarîya kongreyê aghadarî da û li ser pêşniyara Komîteya Amadekar ya Kongreyê Nezîr Akat, Mihemad Dehsiwar û Muslum Demir weke Dîwana Kongreyê hatin hilbijartin.

Piştî pêşkêşkirina Rapora Xebatê û Rapora Aborî, nûnerên kongreyê li ser raporan nerîn û şîroveyen xwe pêşkêş kirin û bi yekdengî Komîteya Kargêr ya Nûnertîya PWK-Swêdê ji berpirsiyarîyê hate azad kirin.

Piştî gotûbêjên li ser hinek mijaran, nerîn û pêşniyarên ji bo xebatên pêşerojê, Komîteya Kargêr ya nû ya Nûnertiya PWK Swêdê û nûnerên Kongreya PWK-Ewropayê hatin hilbijartin. 

Kongre çi di warê beşdarîyê de, çi di warê amadekarîyên kongreyê de, çi jî di warê gotûbêjên di derheqê xebatên heta niha hatine kirin û pêşniyarên ji bo xebatên pêşerojê de di atmosferek gelek xweş û bi aheng derbas bû. 

Kongre bi sirûda neteweyî EYRAQÎB û awakî serketî bi dawî bû.


Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Ev nûçe bi tevahî 92 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:57:58