Amed: Kesên birûpoş êrişî qehwexaneyê kir

Li Amedê 2 kesên birûpoş bi çifte û demançeyan êrişî qehwexaneyekê kir û reviyan.

12 Avrêl 2024 - 07:01
12 Avrêl 2024 - 07:01
 0
Amed: Kesên birûpoş êrişî qehwexaneyê kir

Bûyerê şeva borî li navenda Amedê li taxa Şêx Şamîlê rû da.

Li gorî agahiyan, bi rojê di navbera du grûpan de nîqaşek çêbûye.

Bi şevê jî du kesan rûyê xwe bi rûpoşan nixûmandiye û êrişî qehwexaneya grûpa din kiriye.

Di bûyerê de kes nemiriye yan jî birîndar nebûye.

Hêzên ewlehiyê ji bo girtina gumanbaran dest bi xebatan kiriye.

 

Ev nûçe bi tevahî 729 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:53:23