Amedspor û Ankaraspor li Amedê tên pêşberî hev

Tîmên futbolê Amedspor û Ankaraspor di lîstika 13emîn hefteya lîga duyemîn a 22/23ê de tên pêşberî hevv.

5 Mijdar 2022 - 08:51
5 Mijdar 2022 - 08:51
 0
Amedspor û Ankaraspor li Amedê tên pêşberî hev

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê tîmên futbolê Amedspor û Ankaraspor di lîstika 13emîn hefteya lîga duyemîn a 22/23ê de tên pêşberî hev.

Biryar e îro 5ê Mijdara 2022ê demjimêr 13.00 tîma futbolê ya parêzgeha Amedê Amedspor û Ankaraspor li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bên pêşberî hev.

Li gor agahiyan lîstika Amedspor û Ankaraspor dê li Stadyuma Werzîşê ya Seyrantepe li saheya Şilbe li parêzgeha Amedê bê lîstin.

Tîma futbolê ya Amedsporê di lîstika 9ê Cotmeha 2022ê de bi encama 2-0 ji tîma Çorum FK têk bir û 3 puanên girîng ji xwe re misoger kiribûn.

Ew lîstik di demekê de hatibû kirin ku tîma Amedsporê ji ber biryara ceza ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ji neçarî bê alîgir û temaşevan li stadyuma Çorumê amade bû.

Ev nûçe bi tevahî 699 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:26:04