Amerîka: Divê xizmetguzarî vegerin Kobaniyê û sivîl werin parastin
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, Washington tekezî li ser parastina sivîlan û asayîkirina jiyanê li deverên şer, bi taybetî jî li Kobaniyê, dike.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde re ragihand, pêwîst e hemû alî pêbendî parastina welatiyên sivîl û binesaziya bajaran bin.
Berdevkê Wezaretê got ku Washington piştgiriyê dide li vekirina korîdorên mirovî dike da ku alîkarî bêyî ti astengî bigihin û tekez kir:
"Divê ev korîdor vekirî bimînin û xizmetguzariyên sereke li bajarê Kobaniyê dest pê bikin."
Ev daxuyanî di demekê de ye ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê ev 25 roj in Kobaniyê dorpêç kiriye û av û elektrîka bajêr qut kiriye.
Vê yekê rewşa mirovî ya bajêr gelekî zehmet kiriye.
Paşeroja siyasî
Derbarê paşeroja siyasî ya herêmê de, berdevkê Wezareta Karên Derve got:
"Amerîka li gel hevbeşên xwe yên herêmî û navneteweyî amade ye piştgiriyê bide bicihanîna wan peymanên ku armanca wan tevlîkirina aştiyane û mayînde ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê di nav dewleteke yekgirtî, berfireh û serwer de ye."
Washingtonê tekez kir ku divê ev prose bi awayekî be ku mafê hemû welatiyan biparêze.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di beşeke din a daxuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê de amaje bi gotineke Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack kir û got:
"Serok Trump vê demê wekî derfeteke gelekî girîng û qonaxeke nû ya ji bo avakirina Sûriyeyeke nû dibîne."
Li gorî peyama Trump, armanca Amerîkayê dîtina neteweyeke yekgirtî ye ku tê de hemû pêkhate, wekî Ereb, Kurd, Durzî, Xiristiyan, Elewî, Tirkmen, Aşûrî û pêkhateyên din bi "rêz û rûmet" muamele li gel wan were kirin û mafên wan parastî bin.
Nûvekirina herî dawî: 13:00:19