Amerîka: Em êrişa li nêzîkî Hewlêrê bi tundî şermezar dikin
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê êrişên li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku Îranê doh (24.03.2026) serê sibehê bi şeş mûşekan êrişî hêzên wan kiriye û di vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott îro ji Rûdawê re axivî û got:
"Amerîka êrişên berfireh ên Îranê û milîsên terorîst ên Îraqê bi tundî şermezar dike."
Pigott diyar kir ku ev êriş li hemberî welatiyên Amerîkayê û hevpemanên wan ên li Rojhilata Navîn in û wiha berdewam kir:
"Di nav van de êrişa îro ya qirêj a li nêzîkî Hewlêrê ya li Herêma Kurdistanê jî heye."
Peyama sersaxiyê
Pigott ji malbatên Pêşmergeyên şehîd re sersaxî xwest û anî zimên:
"Em ji bo malbatên wan Pêşmergeyên ku canê xwe ji dest daye sersaxiyê dixwazin. Em hêvî dikin ku birîndar jî di demeke kurt de derman bibin û baş bibin."
Nûvekirina herî dawî: 14:17:01