Mesrûr Barzanî êrişên li ser balafirgehên Erebistana Siûdî şermezar kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrişên li ser her du balafirgehên navneteweyî yên li Erebistana Siûdî şermezar kirin.
Mesrûr Barzanî da zanîn ku êrişkirina li ser xelkê sivîl û binesaziya sivîl "bi ti awayî nayê qebûlkirin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh înê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê got:
"Ez êrişên li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid a li Riyadê û Balafirgeha Navneteweyî ya Ebhayê şermezar dikim. Êrişkirina li ser xelkê sivîl û binesaziya sivîl nayê qebûlkirin."
Mesrûr Barzanî her wiha got, "Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim û em hevxemiya xwe bi gel û serkirdayetiya Şahnişîna Erebistana Siûdî re radigihînin."
Di êrişan de 3 kesan canê xwe ji dest da
Desteya Giştî ya Firokevaniya Sivîl a Siûdî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Hûsiyan bi rêya mûşek û dronan êrişî Balafirgeha Şah Xalid a li Riyadê û ya Ebhayê ya li başûrê welêt kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, di encama êrişan de 3 kesan canê xwe ji dest da û 36 kesên din jî birîndar bûn.
Nasnameya qurbaniyan
Desteyê eşkere kir ku di êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Ebhayê de du jinên bi eslê xwe Mexribî û Cezayîrî canê xwe ji dest daye.
Di wê êrişê de 28 kesên din jî birîndar bûn ku piraniya wan welatiyên Siûdî ne, her wiha du kesên ji Bengladeş û Fîlîpînê jî di nav birîndaran de hene.
Li aliyê din, di êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid a li Riyada paytext de jî welatiyekî Sûdanî canê xwe ji dest daye û 8 kes birîndar bûne.
Hat destnîşankirin ku 5 welatiyên Siûdî, 2 Misirî û Pakistaniyek birîndar bûne.
Ji bilî zererên canî, zerer gihîştiye beşek ji avahî û sazgehên her du balafirgehan jî.
Nûvekirina herî dawî: 22:09:08