Amerîkayê berî serdanê Ehmed Şer ji lîsteya terorê derxist
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi awayekî fermî ragihand ku wê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji lîsteya xwe ya taybet a terorê derxistiye.

Ev gav çend roj beriya serdana Ehmed Şer a Washingtonê hat avêtin û wekî guherîneke bingehîn di siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Sûriyeyê de tê dîtin.
Ev biryara ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve hat ragihandin, ji aliyê çavdêrên siyasî ve heta radeyeke mezin dihat payîn, ji ber ku Şer dema borî bi berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê re bi asteke bilind a hevahengiyê tev geriyaye.
Biryar rojekê piştî wê hat ku Washingtonê bi serkeftî pêşengiya dengdanekê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ji bo rakirina cezayên li ser Ehmed Şer.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott di daxuyaniyekê de hûrgiliyên zêdetir eşkere kirin û got:
"Ev gav wekî nîşana qebûlkirina bipêşketina ku serokatiya Sûriyeyê piştî çûyîna Beşar Esed û bidawîhatina zêdetirî 50 salên zordariya di bin desthilata rejîma Esed de nîşan daye, hatine avêtin."
Pigott tekezî kir ku hikûmeta Şer pêbendbûna xwe ya bi bicihanîna daxwazên sereke yên Amerîkayê selimandiye ku di nav de destpêkirina hewlên cidî ji bo dîtina çarenivîsa welatiyên Amerîkî yên ku li Sûriyeyê winda bûne û her wiha xebata ji bo jinavbirina hemû paşmayên çek û pêdiviyên kîmyayî yên ku ji serdema desthilata berê mabûn jî hene.
Ehmed Şerê ku berê pêwendiya wî bi rêxistina El Qaîdeyê re hebû, ji aliyê Amerîkayê ve wekî "terorîstê cîhanî yê diyarkirî" hatibû pênasekirin û berê xelateke mezin li ser serê wî hatibû danîn.
Biryar e Şer roja duşemê li Koşka Spî bi Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump re bicive ku berê soza pakêteke mezin a alîkariya mirovî û aborî ji bo "Sûriyeya nû" dabû.
Li hemberî vê, Îsraîla ku hevpeymaneke stratejîk a Amerîkayê ye, destpêkê bi tundî li dijî vê nêzîkbûnê bû û piştî ketina Beşar Esed bi awayekî dijwar êrişî gelek baregehên leşkerî yên Sûriyeyê kiribû, bi hêviya ku karibe dijminê xwe yê dîrokî di rewşeke lawaz de bihêle.
Ev dê bibe serdana yekem a Ehmed Şer a ji bo Washingtonê û ya duyem a ji bo Amerîkayê ku beşdariya civîneke Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê kiribû.
Koma Şer, Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) ku berê girêdayî rêxistina El Qaîdeyê bû, meha Tîrmeha borî ji aliyê Washingtonê ve ji lîsteya terorê hatibû derxistin.
Meha Gulanê, Şer cara yekem li Riyadê bi Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump re civiyabû.
Piştî civînê Trump soz da ku dê cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê rake.
Nûvekirina herî dawî: 15:22:29





































































































































































