Reuters: 9 hezar PKKyî vedigerin
Reutersê angaşt (îdia) kir ku dê 9 hezar “endamên” Partiya Karkerên Kurdistanê vegerin Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Ajansa Reutersê îdia kir ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de dê bi du qonaxan rê bê dayîn ku bi giştî 9 hezar “endamên sivîl û çekdar ên PKKyê” vegerin Tirkiyeyê.
Hat îdiakirin ku dê hinek endamên PKKyê li Tirkiyeyê bên darizandin.
Reutersê nûçeya xwe dispêre "berpirsekî payebilind ê Rojhilata Navîn" ku navê wî nehatiye eşkerekirin.
Reutersê ragihand ku li ser rêziknameyekê xebat tên kirin ku ne efûyeke giştî ye lê dê wan kesên ku dev ji PKKyê berdidin û vedigerin malên xwe biparêze.
Ajansê ji zarê wî berpirsî ragihand ku tê payîn ew rêzikname di nava vê mehê de pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bê kirin.
Li gorî vê, di qonaxa yekem de dê rê bê dayîn ku hezar kesên ku tevlî çalakiyên çekdarî nebûne vegerin.
Pişt re jî li gorî encamên lêkolînên takekesî dê rê bê dayîn ku 8 hezar endamên din ên PKKyê vegerin Tirkiyeyê.
Wî berpirsî got, Enqere dê rê nede ku nêzîkî hezar berpirsên navîn û payebilind ên PKKyê vegerin Tirkiyeyê û dibe ku bicihkirina wan li welatên sêyem, di nav de Ewropa jî, bê rojevê.
DEM Partî çi dibêje?
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel jî ji ajansê re axivî û got:
"Li ser yasayeke taybet a ku dê entegrasyona demokratîk û civakî ya endamên PKKyê pêk bîne xebat tên kirin.”
Tayîp Temel diyar kir ku "ev yek dê ji bo hemû kesên ku ji PKKyê vedigerin, çi sivîl bin çi çekdar, derbasdar be."
Temel daxuyand ku dê ne vegera gavbigav, rêbazeke ku herkesî li xwe digire bê pejirandin.
Tayîp Temel her wiha piştrast kir ku ew fikir hatiye rojevê ku hinek endamên PKKyê bişînin welatên sêyem û diyar kir ku divê ev yek bi welatên ku potansiyela mazûvaniyê heye re jî bê gotûbêjkirin.
Çavkaniyeke din a ji DEM Partiyê ya ku navê xwe eşkere nekkir, diyar kir ku bêyî bikaranîna zimanê efûya giştî, tenê li ser yasayeke yekane ya taybet bi PKKyê xebat tên kirin.
Wê çavkaniyê berevajî daxuyaniya Temel got, "Ji bo komên cuda dê prosedurên cuda hebin" û diyar kir ku dibe ku hinek endamên PKKyê dema vegerin Tirkiyeyê rûbirûyî lêpirsîn û darizandinan bibin.
PKKyê li ser banga Abdullah Ocalan, meha Gulanê ragihandibû ku dawî li hebûna xwe ya rêxistinî aniye û hinek gerîlayan meha tîrmehê çekên xwe şewitandibûn.
Meha borî jî hatibû ragihandin ku dê gerîlayên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vegerin Başûrê Kurdistanê û komek gerîla vegeriyabû.
Nûvekirina herî dawî: 15:24:39






































































































































































