Amerîkayê keştiyeke din a balafirhilgir şand Rojhilata Navîn

- Berpirsekî Amerîkayî ragihand ku keştiya balafirhilgir a Theodore Rooseveltê ji San Diegoyê ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê ketiye.

3 Cotmeh 2026 - 11:05
3 Cotmeh 2026 - 11:05
 0
Amerîkayê keştiyeke din a balafirhilgir şand Rojhilata Navîn

Berpirsekî Amerîkayî ji kanala Al Jazeerayê re ragihand ku keştiya balafirhilgir a Theodore Rooseveltê bi koma xwe ya keştiyên êrişê re Baregeha Deryayî ya San Diegoyê li pey xwe hiştiye û ber bi Rojhilata Navîn ve diçe.

Wî berpirsê Amerîkayî anî zimên ku 28ê Îlonê hêza daketina bejahiyê ya Makin Islandê bi zêdetirî 2 hezar leşkerên Marins ji San Diegoyê ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê ketiye.

Li gorî gotina wî berpirsî, dê heta dawiya meha Çiriya Paşîn 3 keştiyên balafirhilgir û 2 komên daketina leşkerî li herêmê bi cih bibin.

Heman çavkaniyê eşkere kir ku komkirina vê hêza qerase li Rojhilata Navîn, ji bo şerê bi Îranê re gelek vebijêrkan dide serkirdeyên Amerîkayê.

Şerê di navbera Amerîka û Îranê de dawiya meha Sibatê dest pê kir.

Îranê wekî bersiva êrişên Amerîkayê, çûn û hatina keştiyên bazirganiyê ya di Tengava Hurmizê re qedexe kir.

Li hemberî vê yekê, Washingtonê dorpêçeke deryayî ya tund xist ser benderên Îranê da ku rê li ber hinardekirina petrolê bigire.

Taybetmendiyên keştiyê

Nav: USS Theodore Roosevelt

Pol: Nimitz-class (keştiya çarem a vê polê)

Navê xwe ji serokê 26an ê Amerîkayê Theodore Roosevelt wergirtiye

Destpêka xizmeta fermî: 25ê Çiriya Pêşîn a 1986an

Lêçûn: Nêzîkî 4,5 milyar dolar

Baregeha sereke ya niha: San Diego, California

Şerê yekem ê rasteqîn: Şerê Kendavê yê 1991ê

Dirêjiya giştî: 332,8 metre

Paniya rûyê firînê: 76,8 metre

Giraniya giştî: 104 hezar û 600 ton

Lez: Di demjimêrekê de zêdetirî 56 kîlometreyan

Hêza livînê: 2 reaktorên nukleer ên A4W + 4 turbîn + 4 şaft (Hêza giştî 260 hezar hesp)

Dema karkirinê: Sotemeniya nukleer, 20-25 salan berdewam dike

Hejmara balafir û helîkopteran: Heta 90î

Karmendên keştiyê: Nêzîkî 3 hezar û 200 kes

Hêza asmanî: Nêzîkî 2 hezar û 480 kes

Koma karmend û hêza asmanî: Zêdetirî 5 hezar û 500 kes

 

Ev nûçe bi tevahî 77 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:06:58