Amerîkayê li ser aloziya di navbera HSD û Sûriyeyê de hişyarî da
Li gorî rapora dawî ya Operasyona Inherent Resolve (OIR) a ku pêşkêşî Kongreyê hat kirin, şiyana hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ya ji bo xurtkirina kontrola xwe li seranserê welêt, ji bo Amerîkayê wekî cihê dilgiraniyê dimîne.

Di raporê de amaje bi nirxandinên Ajansa Îstixbarata Parastinê (DIA) hat kirin û hat diyarkirin ku tevî ku Şam “herî kêm li ser navan” piraniya axa li derveyî bakurê rojhilat ê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye kontrol dike jî komên çekdar ên hindikayiyan û yên mixalefetê - ku hinek çekdarên Elewî, Durzî û yên girêdayî El Qaîdeyê jî di nav de ne - li derveyî desthilata hikûmetê dimînin.
"Endamên El Qaîdeyê di bin HTŞyê de çalakiyên xwe didomînin"
DIAyê hişyarî da ku endamên girêdayî El Qaîdeyê di bin sîwana Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) de çalakiyên xwe didomînin û ev yek rê dide çekdarên berê yên Hurras El Dînê ku bi azadî tevbigerin.
Her wiha hat destnîşankirin ku muhtemel e El Qaîde hewl bide ku bandorê li pêkhate û polîtîkayên paşerojê yên hikûmetê bike.
Êrişên li Elewiyan
Raporê bal kişand ser lawaziyên berdewam ên di fermandarî û kontrola artêşa Sûriyeyê de, bi taybetî di nav wan yekîneyên ku di Adarê de li herêma peravê ya rojava bi hovîtiyê hatine tometbarkirin.
Tê texmînkirin ku herî kêm 3 hezar şervanên biyanî di nav hêzên hikûmeta Sûriyeyê de ne û beşa herî mezin a wan jî çekdarên Uygur ên ji rojavayê Çînê û Asyaya Navîn in.
Di raporê de hat gotin ku Washingtonê tayînkirina Ehmed Îhsan Feyad El-Hayes –serokê koma Ehrar El-Şerqiyeyê ya bi piştgiriya Tirkiyeyê û ku sala 2021ê ji ber binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê Amerîkayê ve hatibû sizadan– wekî fermandarê Lîwaya 86an a Artêşa Sûriyeyê şermezar kiriye.
Erkê vê lîwayê operasyonên li herêmên di bin birêveberiya HSDyê de yên li Dêrezor, Hesekê û Reqayê ne û ev yek bû sedema rexneyên tund ên serkirdeyên Kurd.
Hikûmeta Şamê kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelefê yê bi Ahmed El- Hayes ê bi nasnavê Hatim Ebû Şeqra wekî fermandarê lîwaya 86an a Dêrezor, Reqa û Hisîçayê tayîn kir.
Li gorî nirxandina DIAyê, ev pêngav dê nepêbaweriya HSDyê ya li hemberî Şamê kûrtir bike lê dê bandoreke pratîkî ya hindik li ser têkiliyên heyî bike.
Di raporê de her wiha hat gotin ku Nîsanê yekemîn konferansa niştimanî ya Kurdan li Qamişloyê bi beşdariya nêzîkî 400 nûnerên ji Sûriye, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û her wiha Fermandarê HSDyê General Mezlûm Ebdî hatiye lidarxistin.
Di rapora OIRyê de hat zêdekirin ku polîtîkaya Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo veguhastineke siyasî li Sûriyeyê didomîne ku tê de nûnertiyeke bi wate ya civakên kêmîneyan û birêvebiriyeke ne-mezhebî hebe, wekî rêyek ji bo dûrketina ji pevçûnên zêdetir.
Operasyonên li dijî DAIŞê
OIRê tekez kir ku hêzên wê di operasyonên li dijî DAIŞê de li bakurê rojhilatê Sûriyeyê hevparatiya xwe ya bi HSDyê re domandiye û got, tevî bêaramiya herêmî jî HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Asayîş) di parastina ewlehiyê de bi bandor mane.
Di raporê de her wiha hat gotin ku Tirkiyeyê bi awayekî domdar niyeta xwe ya dûrxistina HSDyê ji herêma xwe ya sînorî, yan bi rêya operasyoneke leşkerî yan jî bi entegrekirina nav Artêşa Sûriyeyê, ragihandiye.
Di raporê de hat nirxandin ku heta danûstandinên bi Şamê re yên ji bo entegrasyoneke muhtemel berdewam bikin, ne pêkan e Enqere li dijî HSDyê tevbigere.
Aloziya li ser entegrekirina HSDyê berdewam e
Rapora Wezareta Parastinê ya Amerîkayê diyar kir ku dan û standinên ji bo entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav hikûmeta Sûriyeyê de di sê mehên borî de negihîştine encamekê û aloziya di navbera her du aliyan de berdewam dike.
Li gorî raporê, her çend di meha Adarê de Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî razî bûbû ku heta dawiya salê hêzên xwe entegreyî rayedarên demkî bike, alî li ser struktura dewleta Sûriyeyê û statuya nîvxweser a HSDyê li hev nakin.
HSD Sûriyeyeke federal dixwaze, lê hikûmeta Şamê desthilateke navendî û kontrola tam a hemû hêzên leşkerî dixwaze.
Peymanên ewlehiyê yên herêmî
Di raporê de hat destnîşankirin ku her du aliyan 1ê Nîsanê ji bo parêzgeha Helebê peymaneke ewlehiyê mohr kirine.
Hat gotin ku dê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ewlehî û aramiya Helebê pêk bînin, cihê ku zêdetirî 200 hezar Kurd lê dijîn.
Her wiha HSDyê 23yê Nîsanê razî bû ku kontrola Bendava Tişrînê radestî hikûmeta Sûriyeyê bike, lê heta nîvê Hezîranê ji ber "fikarên ewlehiyê yên nediyar" ev yek pêk nehatibû.
Konferansa Yekîtiya Kurdan
Di raporê de behsa “Konferansa Yekîtî û Lihevkirina Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” jî hat kirin ku di meha Nîsanê de li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Nêzîkî 400 nûnerên partiyên ji Sûriye, Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê beşdarî konferansê bûn. General Mezlûm Ebdî jî beşdar bû û axaftinek kir.
Hat gotin ku armanca sereke ya konferansê ew bû ku piştî zêdetirî deh salan ji danûstandinên kêm, her du komên siyasî yên sereke yên herêmê – Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) – bîne cem hev da ku ji bo danûstandinên bi hikûmeta Sûriyeyê re eniyeke yekgirtî ava bikin.
Nûvekirina herî dawî: 11:04:15