Erdogan: Em dê gavên nû bo pêvajoya aştiyê biavêjin
Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di salvegera 24ê ya partiya xwe de ragihand, “Em pêvajoyeke pir hestyar bi rê ve dibin û derfeteke dîrokî hatiye pêş.”

Serokê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partiyê) Receb Tayyip Erdogan doh (Pêncşem, 14ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Armanca me ew e ku em bi rêya pêvajoya aştiyê metirsiya li ser welatê xwe nehêlin û biratiya kevn a di navbera gelên xwe de xurt bikin.”
Erdogan herwesa got, "Em dixwazin ku partiyên din jî bi eynî niyeta baş bi pêvajoyê re serederiyê bikin. Herwesa em pabend in ku Tirkiyeyeke bêteror bikin rastî, nifşên paşerojê jî dê çi kesekî ku ji bo pêvajoya aştiyê bibe asteng efû nekin.”
Navbirî amaje jî da, "Em pêvajoyeke pir hestyar dimeşînin û li Tirkiyeyê derfeteke dîrokî hatiye pêş ku pirsgirêkeke kevn çareser bike û em dê nehêlin ku ew derfet bê windakirin, lewma jî em dê vê pêvajoyê bi baldarî bi rê ve bibin.”
Civîna yekê ya Komîsyona Parlementoya Tirkiyeyê seet 11:00 ê berî nîvroya roja Sêşemê (05ê Tebaxa 2025ê) ku girêdayî biserxistina pêvajoya nû ya aştiyê bû hat destpêkirin. Navê wê komîsyonê bû 'Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekrêziya Neteweyî'.
Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekrêziya Neteweyî ya Parlementoya Tirkiyeyê li roja Înê (08ê Tebaxa 2025ê) jî ji bo cara duyê civiya.
Nûvekirina herî dawî: 11:04:16