Amerîka komek serbazên din şand Rojavayê Kurdistanê
Amerîka ji bo operasyona Reqayê, komek serbazên din jî şand Rojavayê Kurdistanê.

Operasyona rizgarkirina Reqayê bi fermandehiya hêzên hevpeyman didome.
Duh Amerîka komek serbaz û pêdiviyên serbazî şand Rojavayê Kurdistanê.
Hat gotin ku ew serbazên duh çûne Rojavayê Kurdistanê, taybet bo şerê bajaran hatine perwerdekirin û dê di şerê Reqayê de beşdar bibin.
Çend roj berê hêzên hevpeyman bendava Tebqe û firokexaneya serbazî ya Tebqa li nêzîkî bajarê Reqayê ji destê DAIŞê derxistibûn.
Tê gotin ku hêzên hevpeyman dê di şerê Reqayê de firokexaneya Tebqayê bikar bînin.
Nûvekirina herî dawî: 15:44:05