HSDê rêya navbera Reqqa û Tebqayê bidest xist
Piştî pevçûnên dijwar yên hêzên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD û rêxistina terorîst DAIŞê de rêya navbera Reqqa û Tebqayê ket destê HSDê.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê reya di navbera Reqqa û Tebqayê de bidest xist. Li gorî nûçeya ANHAyê Operasyona Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava wê di roja xwe ya 8emîn de jî berdewam kir. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê duhî, li baskê başûrê çemê Firatê ber bi reya navdetewî ya di navbera Reqqa û Tebqayê de bi pêşve çûn.
Pevçûnên di navbera herdû aliyan de heya sibehêj î berdewam kirin. Di encama van pevçûnan de di 07ê sibehê de rê bi tamamî ket bin destê şervanên Xezeba Firatê. Derbare encama pevçûnan de hêj agahiyên zelal nehatine girtin.
Nûvekirina herî dawî: 11:47:22