Amerîka liser Sinorê Kurdistan baregehek Leşkerî a nû vedike
Tê gotin ku artêşa Amerîkayê li sînorê Herêma Kurdistanê baregeheke leşkerî nû ava dike.

Nûçeya AAyê ku vî nûçeyê dispêre berpirsekî Artêşa Iraqê bi navê Mûqedem Mehdî Xefacî ragehand ku, li gorî peymana leşkerî ya navbera Washîngton û Bexdayê, Amerîka li navçeya Zûmara ku dikeve rojavayê bajarê Mûsilê navendeke leşkerî ava dike.
Mehdî Xefacî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Biryare ew navenda leşkerî serperiştiya operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê bike. Hêzên taybet ên Amerîkayê û pisporên wê bi wesayîtan giheştine cihê navendê û li wir niştecîbûne. Tîmên teknîkî û endezyar zêdeyî 50 kesî karê bingehê bi dawî kirine."
Nûvekirina herî dawî: 10:05:55